PLAY da ku guh bide radyoyê

Kovîd-19:Li Dinyayê Hejmara pêketiyan ji 3 milyon û 400 hezarî derbas bû

Kovîd-19:Li Dinyayê Hejmara pêketiyan ji 3 milyon û 400 hezarî derbas bû

Like
48
0
السبت, 02 مايو 2020
أخبار

Li seranserê dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketine ku ji Vuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket ji 3 milyon û 400 hezarî derbas bû.

Li gor agahiyên malpera “Worldometer”ê ku daneyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derket 3 milyon û 401 hezar û 394an.

Dewleta ku herî zêde nexweş lê hene bi milyonek û 131 hezar û 492 kesan Amerîka ye û peyra bi Îspanya (242 hezar û 988), Îtalya (207 hezar û 428), Îngilistan (177 hezar û 454), Fransa (167 hezar û 346), Alamnya (164 hezar û 77), Tirkiye (122 hezar û 392), Rûsya (114 hezar û 431) û Îran (95 hezar û 646) tê.

Li Çîna ku ev vîrus belav bû jî 82 hezar û 875 kes pê ketine.

Dewletên ku hejmara nexweşan ji 10 hezarî bihuriye:

“Brezilya (92 hezar û 202), Kanada (55 hezar û 61), Belçika (49 hezar û 32), Peru (40 hezar û 459), Hollanda (39 hezar û 731), Hindistan (37 hezar û 336), Swîsre (29 hezar û 705), Ekvador (26 hezar û 336), Portekiz (25 hezar û 351), Erebistana Siûdî (24 hezar û 97), Swêd (21 hezar û 520), Îrlanda (20 hezar û 833), Meksika (20 hezar û 739), Pakistan (18 hezar û 114), Sîngapur (17 hezar û 101), Şilî (17 hezar û 8), Îsraîl (16 hezar û 101), Awistirya (15 hezar û 531), Japonya (15 hezar û 17), Belarus (14 hezar û 917), Katar (14 hezar û 96), Polonya (13 hezar û 105), Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (13 hezar û 38), Romanya (12 bhezar û 567), Ukrayna (10 hezar û 861), Koreya Başûr (10 hezar û 780) û Endonezya (10 hezar û 551).”

Şewba Kovîd-19ê Kanûna 2019an li Vuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket û li seranserê dinyayê ji 200î zêdetir dewlet û herêman belav bû.

Ji ber şewbê heta niha li seranserê dinyayê 239 hezar û 615 kes mirine, milyonek û 83 hezar û 816 kesên nexweş ketin baş bûne û hê 2 milyon û 77 hezar û 963 kes jî enfekte ne.

Comments are closed.