PLAY da ku guh bide radyoyê

Kovîd-19:Li tevahiya dinyayê jimara miriyan ji 5 milyonî derbas bû

Kovîd-19:Li tevahiya dinyayê jimara miriyan ji 5 milyonî derbas bû

1
159
0
الثلاثاء, 02 نوفمبر 2021
أخبار

Li tevahiya dinyayê jimara kesên ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, ji 5 milyonî derbas bû.

Li tevahiya dinyayê jimara kesên ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, ji 5 milyonî derbas bû.

Li gor malpera înternetê ya “Worldometers”ê ku daneyên Kovîd-19ê dide hev, herî zêde kes li Amerîkayê mirin. Jimara kesên ku li Amerîkayê mirin derket 766 hezar û 299an. Dû Amerîkayê ra bi 607 hezar û 860 kesan va Brezîlya, bi 458 hezar û 470 kesan va Hindistan, bi 288 hezar û 365 kesan va Meksîka, bi 239 hezar û 693 kesan va Rûsya, bi 200 hezar û 246 kesan va Perû, bi 143 hezar û 405 kesan va Endonezya, bi 140 hezar û 632 kesan va Îngiltere, bi 132 hezar û 100 kesan va Îtalya, bi 127 hezar û 281 kesan va Kolombiya, bi 126 hezar û 303 kesan va Îran, bi 117 hezar û 6833 kesan va Fransa û bi 115 hezar û 950 kesan va Arjantîn tê.

Ji ber vîrusê li tevahiya dinyayê 5 milyon û 16 hezar û 880 kes mirin.

Vîrus cara ewil di berfanbara 2019an da li Çînê derket û heta niha li 200î zêdetir welat û herêman bela bûye.

Li tevahiya dinyayê 247 milyon û 547 hezar û 87 kes bi vîrusê ketin, 224 milyon û 196 hezar û 4 kes jê qenc bûn.

Hê tedawiya 18 milyon û 334 hezar û 203 nexweşan dewam dike.

Comments are closed.