PLAY da ku guh bide radyoyê

Li Adıyamanê atolyeya şerabê ya 1400 salî hat tesbîtkirin

Li Adıyamanê atolyeya şerabê ya 1400 salî hat tesbîtkirin

2
152
0
الأربعاء, 03 نوفمبر 2021
أخبار

Di vedanên Bajarê Kevnare yê Perreyê da atolyeya şerabê ya 1400 salî hat tesbîtkirin

Li Adıyamanê di Bajarê Kevnare yê Perreyê ku ji pênc bajarên mezin ê Qraltiya Komageneyê yek e da kolandin dewam dike û atolyeya şerabê ya 1400 salî hat dîtin.

Li Bajarê Kevnare yê Perreyê di sala 2001ê da xebatên kolandinê dest pê kir û binavber dewam dike. Di xebatan da îsal kaniya Romayê ya dîrokî, kevirên blokal ên mezin, kanalên avê û avahiyên mîmarî yên curbecur hatin dîtin û derxistin.

Midûrê Muzeyê Mehmet Alkan ji nûçegihanê AAyê ra got ku li Bajarê Kevnare yê Perreyê rezvanî girîng e.

Alkan daxuyand ku wan li naverasta bajêr li aliyê bakurê kaniya Romayê dest bi kolanê û li wê derê atolyeya ku dîroka wê piştî mîladê sedsala 6em e, tesbît kir û wiha dewam kir, “Ev atolye 2×2 mêtre ye û nêzî 2 mêtre û 50 santêmî dirêj e. Piştî ku tiriyên ser 40 donimî tên komkirin, li vê derê tên herçiqandin û ava wan tê derxistin. Di atolyeyê da 3-4 ton şîreya tirian kom dibe.”

Alkan daxuyand ku li Bajarê Kevnare yê Perreyê rezvanî deriyekî debarê yê girîng e û wiha dewam kir, “Di qada Nekropol da li 9 ciyan atolyeya şerabê hat tesbîtkirin. Di hewşa bajêr da jî atolyeyeke mezin hat tesbîtkiri û ev jî nîşan dide ku rezvanî li vê derê girîng bûye.”

Comments are closed.