PLAY da ku guh bide radyoyê

Li Afrîkayê pêketiyên Kovîd-19ê zêde bûn, tevdîr kêm bûn

Li Afrîkayê pêketiyên Kovîd-19ê zêde bûn, tevdîr kêm bûn

Like
128
0
الجمعة, 26 مارس 2021
أخبار

Li Afrîkayê di pela duyem a şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da hejmara pêketiyan zêde bû, lê tevdîr kêm bûn.

Di makaleya ku kovara The Lancetê hat weşandin da hejmara pêketî, mirî û tevdîrên pela yekem û duyem a şewbê hatin berhevkirin.

Dîrektorê Navenda Kontrol û Rêlibergirtina Nexweşiyan a Afrîkayê (Africa CDC) John Nkengasong jî yek ji wan nivîskarên makaleyê ye.

Li gor vê, di pela ewil a şewbê ya ku di Tîrmeha 2020î da gihîştibû asta herî zêde da hejmara pêketiyan 18 hezar û 273 bû, lê di 31ê Çileya Pêşîn a 2020î da hejmara pêketiyan gihîşt 23 hezar û 790î.

Di Nîsana 2020î da şewb pir zêde bû. Welatên Afrîkayê ji bo ku tesîra wê kêm bikin 5 an jî 6 tevdîrên xurt dîtin. Di 31ê Çileya Pêşîn a 2020î da hejmara welatên ku van tevdîran dîtin dakete ji sedî 72yê.

Di makaleyê da hat destnîşankirin pela duyem a şewbê ji ya ewil girantir e.

Li parzemînê niha 4 milyon û 168 hezar pêketî hene, hejmara miriyan jî ji  111 hezarî

Comments are closed.