PLAY da ku guh bide radyoyê

Li Behra Egeyê tevgerên dijî mirovahiyê

Li Behra Egeyê tevgerên dijî mirovahiyê

Like
149
0
الأحد, 21 نوفمبر 2021
أخبار

Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) dîmenên koçberên bêdestûr yên hêzên Ewlehiya Qeraxê ya Yewnanistanê bi daran va li wan dixin, çekan berê wan didin û wan dişînin peravên Tirkiyeyê parve kir.
Li Behra Egeyê Yewnanistan bi tevgerên dijî mirovahiyê va jin û zarok jî di nav da koçberên bêdestûr dişîne peravên Tirkiyeyê.

Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) dîmenên koçberên bêdestûr yên hêzên Ewlehiya Qeraxê ya Yewnanistanê bi daran va li wan dixin, çekan berê wan didin û wan dişînin peravên Tirkiyeyê parve kir.

Di van wêne û dîmenên demên cuda hatine kişandin da hêzên Yewnanistanê koçberên bêdestûr yên di nav da jin û zarok jî hene bi tevgerên dijî mirovahiyê va paşve dişînin behrê.

Di dîmenên kamerayan da hêzên Ewlehiya Qeraxê ya Yewnanistanê botên koçberan dikşînin ber bi aliyê peravên Tirkiyeyê, bi darê zorê û çekan va rê li ber wan digirin û hewl didin botên wan binav bibe.

Hêzên Yewnan hin caran guleyan berdidin esman û dora botên koçberan.

Di nav koçberên aliyê Tirkiyeyê destê xwe dirêjî wan kiriye dayên ji hêla hêzên Yewnan va kutan xwarine jî hene.

Comments are closed.