PLAY da ku guh bide radyoyê

Li Behra Wanê di xebatên keştiya binavbûyî da cesedê 2 kesên din jî hat dîtin

Li Behra Wanê di xebatên keştiya binavbûyî da cesedê 2 kesên din jî hat dîtin

Like
44
0
السبت, 18 يوليو 2020
أخبار

Li Wanê di xebatên lêgerîna keştiya binavbûyî ya ku di 27ê hezîranê da li Behra Wanê winda bûbû da cesedê 2 kesên din jî hat dîtin.

Keştiya ku ji Altinsaça taxa Gewaşê daketibû Gola Wanê winda bibû û xebatên ji bo dîtina cesedan dewam dikin.

Cendirme, tîmên Lêgerîna Binê Avê (SAK), Cendirmeyên Lêgerîn û Xilaskirinê (JAK), tîmên Midûriya Ewlehiyê, AFAD, UMKE û tenduristiyê bi cîhazên sonar û cîhazên ROWê va li herêma Girava Çarpanaxê ya ku keştî binav bibû xebatên xwe didomînin.

Ekîbên di lêgerîna li herêmê cesedê kesekê biyanî dîtibûn di xebatên dewam dikin da 2 cesedên din jî dîtin.

Bi dîtina cesedên îro va hetanî nika 48 cesed hatin dîtin.

Comments are closed.