PLAY da ku guh bide radyoyê
Wezîrê Edaletê Gul der barê Plana Xebatê ya Mafên Mirovan da diyar kir gaveke rêwîtiya reformê ya AK Partiyê ye ku ji roja hatiye avakirin vir va bênavber didomîne û wiha axivî, “Heger hûn bipirsin, ji bona we di Plana Xebatê ya Mafên Mirovan da sernavê herî girîng kîjan e, ez ê bibêjim ewlehiya hiqûqê ye. Heger bi cî were wê welatiyên me yên li Kolana Îstiqlalê, Meydana Kizilayê, li Sûra Diyarbekirê û li Konaka Îzmirê jî feydeyên wê hîs bikin.”