PLAY da ku guh bide radyoyê

Li çar aliyê dinyayê heta niha ji 11 milyonî zêdetir kes bi şewba Kovîd-19ê ketin

Li çar aliyê dinyayê heta niha ji 11 milyonî zêdetir kes bi şewba Kovîd-19ê ketin

Like
47
0
الجمعة, 03 يوليو 2020
أخبار

Li seranserê dinyayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê (Kovîd-19) ji 11 milyonî derbas bû.

Li gor “Worldometer”a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha 11 milyon û hezar û 23 kes bi şewba Kovîd-19ê ketin.

Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 2 milyon û 837 hezar û 189an.

Piştî Amerîkayê welatên pêketiyên Kovîd-19ê lê herî zêde Brezîlya (milyonek û 501 hezar û 353), Rûsya (667 hezar û 883), Hindistan (627 hezar û 168), Îspanya (297 hezar û 183), Perû (292 hezar û 4), Şîlî (284 hezar û 541), Îngiltere (283 hezar û 757), Îtalya (240 hezar û 961), Meksîka (238 hezar û 511), Îran (232 hezar û 863) û Pakistan (221 hezar û 896) ne.

Li Tirkiyeyê jî hejmara kesên Kovîd-19 bi wan geriyaye gihîşt 202 hezar û 284 kesan.

Comments are closed.