PLAY da ku guh bide radyoyê
Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ketin ji 19 milyon û 548 hezarî derbas bû.
Li gor “Worldometer”a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li dinyayê heta niha 724 hezar û 149 kes ji ber vîrûsê mirin.
Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusê ketin derkete 19 milyon û 548 hezar û 146an, hetanî nika 12 milyon û 549 hezar û 198 kes gihîştin siheta xwe. Li dinyayê hê dermankirina 6 milyon û 274 hezar û 799 kesan dewam dike.
Li Amerîkaya herî zêde nexweş û mirî lê hatin dîtin jî hejmara pêketiyan derkete 5 milyon û 95 hezar û 524 kesan, ji ber vîrusê 164 hezar û 94 kes mirin.