PLAY da ku guh bide radyoyê
Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin ji 32 milyon û 104 hezarî derbas bû.
Li gor “Worldometer”a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha 982 hezar û 47 kes ji ber vîrusê mirin.
Hejmara kesên bi şewba vîrusa koronayê ketin bû 32 milyon û 104 hezar û 248, heta niha 23 milyon û 685 hezar û 877 kes jî ji vîrusê filitîn û baş bûn.
Welatê pêketiyên wê herî zêde ye, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 7 milyon û 139 hezar û 553an, ji ber şewbê 206 hezar û 593 kes jî mirin.