PLAY da ku guh bide radyoyê

Li dinyayê hejmara kesên ji ber Kovîd-19yê mirin ji 450 hezarî derbas bû

Li dinyayê hejmara kesên ji ber Kovîd-19yê mirin ji 450 hezarî derbas bû

Like
73
0
الخميس, 18 يونيو 2020
أخبار

Li dinyayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû ( Kovîd-19) mirin ji 450 hezarî derbas bû.

Li gor malpera “Worldometer”ê ya ku daneyên rojane yên der barê Kovîd-19ê da diweşîne li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku ji ber vîrusa koronayê mirin derket 450 hezar û 88an, hejmara waqieyan jî derket 8 milyon û 377 hezar û 466 kesî.

Ji ber Kovîd-19ê herî zêde mirov li Amerîkayê mirin, Amerîkayê heta niha 119 hezar û 880 kes mirin.

Piştî Amerîkayê welatên ku hejmara miriyan herî zêde ye wiha ye:

Brezîlya 46 hezar û 510, Îngiltere 42 hezar û 153, Îtalya 34 hezar û 448 Fransa 29 hezar û 575, Îspanya 27 hezar û 136, Meksîka 18 hezar û 310, Hindistan 12 hezar û 262, Belçîka 9 hezar û 675, Îran 9 hezar û 185, Almanya 8 hezar û 918, Kanada 8 hezar û 254, Rûsya 7 hezar û 478, Peru 7 hezar û 257, Hollanda 6 hezar û 75, Swêd 5 hezar û 41.

Welatên ku hejmara miriyan ji 1000î zêdetir e wiha ne:

Tirkiye (4 hezar û 861), Çîn (4 hezar û 634), Ekvador (4 hezar û 7), Şilî (3 hezar û 615), Pakistan (2 hezar û 975), Endonezya (2 hezar û 276), Swîsre (1956), Misir (1850), Kolombiya (1801), Îrlanda (1710), Afrikaya Başûr (1674), Portekiz (1523), Romanya (1451), Bangladeş (1305), Polonya (1286), Filipîn (1108) û Erebistana Siûdî (1091).

Şewba ku di Çileya Pêşîn a 2019an da li Çînê derket holê di demek nêz da belavî ji 200î zêdetir herêm û welatî bû.

Li tevahiya dinyayê 3 milyon û 384 hezar û 805 kes baş bûn, tedawiya 4 milyon û 375 hezar û 172 kesan jî dewam dike.

Comments are closed.