PLAY da ku guh bide radyoyê

Li dinyayê hejmara kesên ku bi Kovîd-19ê ketin ji 10 milyon û 600 hezarî derbas bû

Li dinyayê hejmara kesên ku bi Kovîd-19ê ketin ji 10 milyon û 600 hezarî derbas bû

Like
54
0
الأربعاء, 01 يوليو 2020
أخبار

Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya ku li bajarê Wuhana Çînê dest pê kiribû ketin, derket 10 milyon û 600 hezar û 203yan.

Li gor “Worldometer”a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha 514 hezar û 298 kes ji ber şewbê mirin, 5 milyon û 812 hezar û 76 kesên bi vîrusê ketibûn jî baş bûn.

Li sersanserê dinyayê 4 milyon û 273 hezar û 558 kesên nexweş ketine hene.

– Rewş herî zêde li Amerîkayê xirab e

Welatê ku pêketî û miriyên wê herî zêde Amerîka ye. Li Amerîkayê 2 milyon û 727 hezar û 996 kes bi Kovîd-19ê ketin. Li welêt 130 hezar û 123 kes jî ji ber vîrusê mirin.

– Welatên ku hejmara pêketiyan ji 50 hezarî zêdetir e

Ji bilî Amerîkayê welatên ku hejmara pêketiyan 50 hezarî zêdetir in jî wiha hatin rêzkirin:

Brezîlya (milyonek û 408 hezar û 485), Rûsya (654 hezar û 405), Hindistan (585 hezar û 792), Îngiltere (312 hezar û 604), Îspanya (296 hezar û 351), Peru (285 hezar û 213), Şilî (279 hezar û 393), Îtalya (240 hezar û 578), Îran (227 hezar û 662), Meksîka (226 hezar û 89), Pakistan (213 hezar û 470), Tirkiye (199 hezar û 906), Almanya (195 hezar û 832), Erebistana Siûdî (190 hezar û 823), Fransa (164 hezar û 801), Afrîkaya Başûr (151 hezar û 209), Bangladeş (145 hezar û 483), Kanada (104 hezar û 204), Kolombiya (97 hezar û 88), Qeter (96 hezar û 88), Çîn (83 hezar û 534), Swêd (68 hezar û 451), Misir (68 hezar û 311), Arjantîn (65 hezar û 530), Belarus (62 hezar û 118), Belçîka (61 hezar û 427), Ekvador (56 hezar û 432), Endonezya (56 hezar û 385) û Hollanda (50 hezar û 273).”

Comments are closed.