PLAY da ku guh bide radyoyê
Li dinyayê hejmara kesên hat tesbîtkirin bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ya ku li Wuhana bajarê Çînê derketibû holê ketin ji 8 milyon û 594 hezarî derbas bû.
Li gor malpera Worldometerê ya daneyên Kovîd-19ê berhev dike li dinyayê 456 hezar û 649 kes ji ber vîrusê mirin, 4 milyon û 546 hezar û 496 kes rind bûn.
Li dinyayê 3 milyon û 591 hezar û 709 kesên nexweş tên dermankirin û hejmara pêketiyan derket 8 milyon û 594 hezar û 854 kesan.
– Rewş li Amerîkayê gelekî xirab e
Welatê ku mirî û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara kesên bi vîrusê ketine derket 2 milyon û 263 hezar û 749an û ji ber vîrusê heta niha 120 hezar û 688 kes jî mirin.
– Welatên ku ji 50 hezarî zêdetir waqie lê hene
Di “Worldometer”ê da welatên ku hejmara pêketiyan ji 50 hezarî zêdetir e wiha hatin rêzkirin:
“Brezîlya (983 hezar û 359), Rûsya (569 hezar û 63), Hindistan (381 hezar û 485), Îngiltere (300 hezar û 469), Îspanya (292 hezar û 348), Peru (244 hezar û 388), Îtalya (238 hezar û 159), Şîlî (225 hezar û 103), Îran (197 hezar û 647), Almanya (190 hezar û 126), Tirkiye (184 hezar û 31), Meksîka (165 hezar û 455), Pakistan (165 hezar û 62), Fransa (158 hezar û 641), Erebistana Siûdî (145 hezar û 991), Bangladeş (102 hezar û 292), Kanada (100 hezar û 220), Qeter (84 hezar û 441), Afrîkaya Başûr (83 hezar û 890), Çîn (83 hezar û 325), Belçika (60 hezar û 348), Kolombiya (60 hezar û 217), Belarûs (56 hezar û 657), Swêd (56 hezar û 43) û Misir (50 hezar û 437).”