PLAY da ku guh bide radyoyê
Li tevahiya dinyayê jimara kesên piştî ku bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin baş bûn ji 4 milyonî derbas bû.
Li gor malpera “Worldometer”a ku daneyên der barê waqieyên nû yên li welat û herêmên lê Kovîd-19 tê dîtin berhev dike li dinyayê 4 milyon û 2 hezar û 857 kesên bi vîrusê ketibûn ji nexweşiyê filîtin û baş bûn.
10 welatên ku herî zêde lê nexweş baş bûn bi rêzê va Amerîka (842 hezar û 921), Brezîlya (427 hezar û 610), Rûsya (274 hezar û 641), Îtalya (174 hezar û 865), Almanya (171 hezar û 900), Hindistan (159 hezar û 597), Tirkiye (149 hezar û 102), Îran (146 hezar û 748), Şilî (137 hezar û 296) û Perû (107 hezar û 133).
Vîrusa ku li Çînê derket holê di demek kurt da belavî ji 200î zêdetir welat û herêmê bûbû.
Li tevahiya dinyayê jimara waqieyên Kovîd-19ê derket 7 milyon û 801 hezar û 9an, jiber vîrusê 429 hezar û 956 kes mirin.