PLAY da ku guh bide radyoyê
Li navenda navçeya Efrînê ku dikeve bakurê Sûriyeyê, bombeya ku di wesayîtê da hatibû bicihkirin, teqiya û zarok jî di nav da 4 sivîl birîndar bûn.
Li navenda navçeya Efrînê ku bi Herekata Çiqlê Zeytûnê ji terorê hat safîkirin, bombeya ku di wesayîta parqkirî da hatibû bicihkirin, teqiya.
Di teqînê da 4 sivîl birîndar bûn. Wesayît nema tê xebitandin û li der û dorê jî xesara madî çêbû.
Li ser îhtimala ku YPG/PKKya rêxistina terorê êrîş kiribe, tê sekinandin.
Li herêmên Til Rifet û Minbiçê dagirkeriya YPG/PKKya rêxistina terorê didome û rêxistin timî Bab, Ezaz, Cerablûs û Efrînê dixe hedef û çalakiyên terorê dike.