PLAY da ku guh bide radyoyê

Li Efrînê pêşî li êrîşa terorê hat girtin

Li Efrînê pêşî li êrîşa terorê hat girtin

Like
118
0
الثلاثاء, 07 يوليو 2020
أخبار

Li Efrîna li bakurê Sûriyeyê hêzên ewlehiyê tesbît kir ku di pakêta ku danîn ber derê dikanekê da bombe heye û pêşî li êrîşa terorê girtin.

Li navenda navçeya Efrînê ya ku bi Herekata Çiqlê Zeytûnê ji terorê hat paqijkirin polêsên eskerî û hêzên ewlehiyê yên herêmî yên ku ji hêla Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) hat avakirin li ser îxbara pakête ku duh êvarê danîn ber derê dikanekê û di nav da teqemenî heye dest bi xebatan kir.

Hêzên ewlehiyê piştî ku li taxê ewlehî pêk anîn ekîbên îmhekirina bombeyan dest bi xebatan kir. Hat tesbîtkirin ku di nav poşeta ku wek emanet danîn dikaneke baqliyatan difroşe da teqemenî heye.

Di encama xebatên serkeftî yên pisporên îmhekirina bombeyan pakêta ku danîbûn herêma sivîl gelekî jê dan û sitandinê dikin hat berterefkirin û pêşî li çalakiya terorê hat girtin.

Hêzên ewlehiyê li herêma ku teqemenî hat bicîkirin lêkolîn kirin û li ser wê îhtimalê disekinin ku YPG/PKKya rêxistina terorê xwestiye ku çalakiyê bike.

Comments are closed.