PLAY da ku guh bide radyoyê
Li Fransayê jimara kesên ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin derket 24 hezar û 760î.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Fransayê jimara kesên ku vîrus geriyayê di 24 saetên dawîn da 1530 zêde bû û derket 201 hezar û 667an.
Jimara kesên ku baş bûn jî 381 zêde bû û derket 50 hezar û 562yan.
Ji ber şewbê li nexweşxaneya û malên xwedîkirina îxtiyaran 166 kes mirin, jimara miriyan li nexweşxaneyan derket 15 hezar û 487an, li malên xwedîkirinê jî derket 9 hezar û 273yan. Bi vî awayî jimara miriyan bi tevahî derkert 24 hezar û 760î.
Li gor daneyên di 24 saetên dawîn da li Fransayê jimara miriyan li gor duh kêm bûye.