PLAY da ku guh bide radyoyê

Li Gazîentabê operasyona dijî rêxistina sûc û hişbirê operasyon

Li Gazîentabê operasyona dijî rêxistina sûc û hişbirê operasyon

Like
66
0
الجمعة, 19 يونيو 2020
أخبار

Li Gazîentabê ji ber îdiaya “bazirganiya hişbirê kirin” û “ji bo sûc rêxistina çekdarî avakirin” 3 polês jî di nav da ji bo 62 gumanbaran biryara binçavkirinê hat derxistin.

Li gor agahiyên hat hildan bi kordîneya Serdozgeriya Komarê ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Bi Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajêr bi armanca rê li ber sûc û sûcdaran bê girtin dest bi xebatê kirin. Di encama xebatan da gelek gumanbar hatin tespîtkirin.

Ji ber îdiaya “bazirganiya hişbirê kirin” û “ji bo sûc rêxistina çekdarî avakirin” 3 polês jî di nav da bo qefaltina 62 gumanbarên der barê wan da biryara binçavkirinê hebû, operasyon hat kirin.

Li gor agahiyên hatin hildan polês ji bo gumanbaran biqefêlin bi ser gelek malan da girtin.

Comments are closed.