PLAY da ku guh bide radyoyê
Van
Li Wanê di xebatên keştiya binavbûyî ya ku 27ê hezîranê di Gola Wanê da winda bûbû da cesedê 2 kesên din jî hat dîtin.
Keştiya ku ji Taxa Altinsaçê ya navçeya Gewaşê daketibû Gola Wanê winda bûbû û xebatên ji bo dîtina cesedan dewam dikin.
Cendirme, tîmên Lêgerîna Binê Avê (SAK), Cendirmeyên Lêgerîn û Xilaskirinê (JAK), tîmên Midûriya Ewlehiyê, AFAD, UMKE û tenduristiyê bi cîhazên sonarê û bi cîhazên ROWê va li herêma Girava Çarpanakê ya ku keştî binav bûbû xebatên xwe didomînin.
Di xebatên lêgerînê da vê sibê cesedê 2 kesan hat dîtin û hat tespîtkirin ew biyanî ne.
Bi dîtina van cesedan va hejmara cesedan gihîşt 56an.
Bi wesayîtên cinazeyê ya Şaredariya Mezin a Wanê va cesed birin Saziya Tipê ya Edlî ya Wanê.