PLAY da ku guh bide radyoyê
Li Wanê di xebatên keştiya binavbûyî ya ku 27ê hezîranê di Gola Wanê da winda bûbû da cesedê kesekî din jî hat dîtin.
Keştiya ku ji Taxa Altinsaçê ya navçeya Gewaşê daketibû Gola Wanê winda bûbû û xebatên ji bo dîtina cesedan dewam dikin.
Cendirme, tîmên Lêgerîna Binê Avê (SAK), Cendirmeyên Lêgerîn û Xilaskirinê (JAK), tîmên Midûriya Ewlehiyê, AFAD, UMKE û tenduristiyê bi cîhazên sonarê û bi cîhazên ROWê va li herêma Girava Çarpanakê ya ku keştî binav bûbû xebatên xwe didomînin.
Di xebatên lêgerînê da îro cesedê kesekî din jî hat dîtin.
Hejmara cesedên hatin dîtin gihîşt 60î.