PLAY da ku guh bide radyoyê

Li Îdlibê 56 malbat di dibistanên hilweşiyayî da jiyana xwe didomînin

Li Îdlibê 56 malbat di dibistanên hilweşiyayî da jiyana xwe didomînin

Like
179
0
السبت, 11 ديسمبر 2021
أخبار

Sivîlên li deverên ku ketin destê hêzên rejima Esed da dijîn ji bo xwe xilaskirinê berê xwe dan kampên nêzî xeta sînorê Sûriye û Tirkiyeyê û li wan deran bi cî bûn.
Malbatên ku ji ber êrîşên rejima Beşar Esed û piştgirên wî ji cî û warên xwe bûne niha di dibistanên di êrîşên rejimê da qismekî wan hilweşiyane da jiyana xwe didomînin.

Sivîlên li deverên ku ketin destê hêzên rejima Esed da dijîn ji bo xwe xilaskirinê berê xwe dan kampên nêzî xeta sînorê Sûriye û Tirkiyeyê û li wan deran bi cî bûn.

Hinek malbatên ji cî û warê xwe bûne qismek di konên li ser xeta sînor da bi cî bûn û hinek jî ji xwe ra di dibistanên nêvî hilweşiyane da bi cî bûn.

Di dibistanan da herî kêm 56 malbat dijîn.

Muhanne Evdilaya ku ji Maarratunnuman a navçeya Îdlibê koç kiriye û di dibistanê da bi cî bûye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku cihekî lê bi cî bibin nedîtin û ji ber vê jî konê xwe di nav dibistanê da vegirtin.

Evdilayê got ku zarokên wê ji ber şert û mercên xerab her tim nexweş in û wiha domand: “Havînê pir germ e û zivistanê jî sar e. Em bi rehma Rebbî dijîn. Cihekî ku em biçinê jî tuneye.

Nûr Hammamê jî ragihand ku ew di nav zor û zehmetiyê da dijî û got ku niha zivistan hat û perê wan tuneye ku êzingan bistîne.

Hammamê destnîşan kir ku dema balafirên Ûris li herêmê dibînin ew ji tirsana xwe didin ber daran û wiha pê da çû: “Di nav dibistaneke qismekî wê hilweşiyaye da jiyan domandin zehmet e. Li vê derê jiyan zehmet e. Zivistanê li me pir sar e û bi tenê betaniyeyê me hene û em li xwe dipêçin. Ez dixwazim sobeyeke me hebe û pêkeve û zarokên min li dorê xwe germ bikin.”

– Rewşa li Îdlibê

Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlib û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Helebê), bakurê bajarê Humsê, li Xûteya Rojhilat a li Şama paytext û herêmên li başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytrayê) bi tevahî 4 herêm wek “herêmên kêmkêkirina rageşiyê” îlan kirbûn.

Lêbelê rejimê û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman xêncî Îdlibê herêmên din bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistibûn û berê xwe dabûn Îdlibê. Di îlona 2018an da Rûsyayê ji bo hêzdarkirina agirbestê li Soçiyê mitebeqata pêvek îmze kir.

Rûsya û rejimê di gulana 2019an da operasyon dan destpêkirin ku tevahiyê herêmê zeft bikin û gelek wargehên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê zeft kirin.

Herî dawîn Tirkiye û Rûsyayê di 5ê Adara 2020î da li Moskovayê mitebeqateke teze çêkirin.

Agirbesta ku gelek caran bi destê rejimê tê binpêkirin dewam dike. Di heyama 2017-2020î da kêmzêde 2 milyon sivîlî ji ber êrîşên rejim û Rûsyayê koçî herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê kir.AA

Comments are closed.