PLAY da ku guh bide radyoyê

Li Îranê di 24 saetên dawîn da 487 kes ji Kovîd-19ê mirin

Li Îranê di 24 saetên dawîn da 487 kes ji Kovîd-19ê mirin

Like
161
0
الأحد, 12 سبتمبر 2021
أخبار

Di daxuyaniyê da hat gotin, bi mirina 487 kesan va jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 114 hezar û 311an, jimara pêketiyan jî derket 5 milyon û 295 hezar û 786an.

Li Îranê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 487 zêde bû û derket 114 hezar û 311an.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Îranê hat dayîn, di 24 saetên dawîn da 20 hezar û 219 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, ji van 2 hezar û 747 kes li nexweşxaneyê hatin razandin.

Di daxuyaniyê da hat gotin, bi mirina 487 kesan va jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 114 hezar û 311an, jimara pêketiyan jî derket 5 milyon û 295 hezar û 786an.

Ji nexweşên Kovîd-19ê 7 hezar û 278 kes di beşa nexweşên giran da tedawî dibin.

Wezaretê diyar kir, heta niha 22 milyon û 943 hezar û 141 kes doza ewil a aşiyê bûne, 12 milyon û 104 hezar û 2 kes jî her du dozên aşiyê bûne.

Bi tevahî 35 milyon û 47 hezar û 143 doz aşiya Kovîd-19ê li welêt hatiye kirin.

Ji hêla din 168 bajêr di kategoriya “sor”, 209 bajêr di kategoriya “tûtik” û 71 bajêr jî di kategoriya “zer” da ne

Comments are closed.