PLAY da ku guh bide radyoyê
Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin derket 13 hezar û 979an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Sîma Sadat Lariyê diyar kir li Îranê ji ber Kovîd-19ê di rojekê da 188 kes mirin û hejmara miriyan derket 13 hezar û 979an.
Li Îranê 2 hezar û 166 nexweşên din hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derket 271 hezar û 606an.
Li gor agahiyan rewşa 3 hezar û 529 nexweşan giran e û hejmara kesên heta niha baş bûne jî derketiye 235 hezar û 300î.
Li Îranê heta niha 2 milyon û 123 hezar û 518 test hatine kirin.
Li Îranê eyaletên Azerbeycana Rojhilat, Îlam, Buşehr, Xoresana Rezewî, Xuzistan, Zencan, Gulistan, Mazenderan, Kirman û Farsê wek “herêmên sor” hatine îlankirin û li eyaletên Hurmuzgan û Zencanê jî hejmara kesên dimirin û bi Kovîd-19ê dikevin kêm dibe.