PLAY da ku guh bide radyoyê

Li Îstanbulê di operasyona dijî hişbirê da 40 gumanbar hatin qefaltin

Li Îstanbulê di operasyona dijî hişbirê da 40 gumanbar hatin qefaltin

Like
134
0
الثلاثاء, 16 مارس 2021
أخبار

Li 4 navçeyên Îstanbulê dijî firoşkerên tiryakê operasyona hevdem hat kirin û ji 52 gumanbarên der barê wan da biryara qefaltinê hebû 40 kes hatin binçavkirin.

Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîk a Midûriyeta Ewlahiyê ya Bajêr hin kesên tiryakê difiroşin û wek “torbecî” tên zanîn tespîtkirin û dozgeriyê jî bo qefaltina wan biryar da.

Hêzên ewlehiyê Siltangazî wek navend li Gazîosmanpaşa, Arnavutkoy û Kuçukçekmeceyê operasyon bi ser navnîşanên kifşkirî.

Di operasyona ku helîkoptêrê û polêsên tevgera taybet jî piştgirî dan da 40 gumanbar, hinek tiryak û demançeyên bêrûxset hatin bidestxistin.

Bi droneyê va keşf hat kirin û seyên narkotîkê jî navnîşan kontrol kirin.

Gumanbarên binçavkirî birin ewlekariyê.

Comments are closed.