PLAY da ku guh bide radyoyê
Li Şanliurfayê di çarçoveya rênimayên dijî vîrusa nû ya koronayê (Kovîd-19) de taxek, 2 kolan û 29 avahî xistin karantînayê.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê li navend û navçeyan testa Kovîd-19ê ya hinek welatiyan pozîtîf derket.
Lijneya Parastina Tendirustiyê ya Wîlayetê di çarçıveya rênimayên dijî Kovîd-19ê de hinek biryar sitendin.
Di vê çarçoveyê de li Eyubiyeyê taxa Ugurluyê, li Surûcê jî kolana Sevîmê ya taxa Barişê digel kolana Ozbeklera taxa Uçpinarê û li seranserê bajêr 29 avahî bo maweya 14 rojan xistin karantînayê.