PLAY da ku guh bide radyoyê

Li Sûriyeyê bi sed hezaran kes li eqrebayên xwe yên ku hêviya xwe jê qut kirine, digerin

Li Sûriyeyê bi sed hezaran kes li eqrebayên xwe yên ku hêviya xwe jê qut kirine, digerin

Like
52
0
الإثنين, 22 يونيو 2020
أخبار

Amerîkayê ji bo sivîlên ku rejima Esed li Sûriyeyê bi êşkenceyan kuştin tengavkirinên “Qanûna Parastina Sivîlên Sûriyeyê ya Sezar” da destpêkirin û bi sed hezaran kesên ku di zindanan da li eqrebayên xwe digerin ketin dewrê.

Amerîkayê ji bo rejima Beşşar Esed û piştgirên wê di 17ê hezîranê da Qanûna Parastina Sivîlên Sûriyeyê ya Sezar kir dewrê. Bi ketina rewaca vê qanûnê ra lînkên ku berî niha wêne tê da hatin weşandin, çend roj in ji aliyê sed hezaran kesî va hatin ziyaretkirin.

Malbatên Sûriyeyî di nav wêneyên ku dibêjin di girtîgehên rejima Esed da mirine da eqrebayên xwe yên ku hêviya xwe jê qut kirine, digerin.

– “Ji 6 hezarî zêdetir wêneyên kesên mirî hatin parvekirin”

Îmaduddîn Raşîtê Endamê Avakar ê Komeleya Windayên Sûriyeyî û Girtiyên Fikr û Ramanê ku navneda wê li Fransayê ye, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li ser malperên înternetê ji 6 hezarî zêdetir wêneyên kesên ku bi êşkenceyê hatine kuştin, hatin parvekirin.

Raşît daxuyand, piştî ew jê emîn bûn ku wêne aîdê qurbaniyan e, wan cara ewil di adara 2015an da parve kirin û wiha dewam kir, “Lêkolînerên navneteweyî dosyeya di destê me da pesend kir. Di pêvajoyê da eqrebayên 731 qurbaniyan xwe gîhandin me û nêzî 85an navê qurbaniyan ji me ra gotin. Nêzî nîvê van ji me ra gotin ku seba şahidiya mehkemeyê amade ne.”

Comments are closed.