PLAY da ku guh bide radyoyê

Li Terhûneyê ji gorên komî 7 cesedên din hatin derxistin

Li Terhûneyê ji gorên komî 7 cesedên din hatin derxistin

Like
42
0
الخميس, 23 يوليو 2020
أخبار

Serokê Saziya Lêkolîn û Tespîtkirina Windabûyiyan ya girêdayî hikûmeta Lîbyayê Kemal es-Seyewî ji nûçegîhanê AAyê ra daxuyand li Terhûneyê di xebatên vekolandina gorên komî da îro 7 cesedên din hatin derxistin.

Seyewî got ji bo sedema mirina wan bê zanîn wan cesed şand Midûriya Tipa Edlî.

Milîsên Hefter dema 14 mehan êrîşî paytext Trablusê kiribûn bajarê Terhûneyê ji xwe kiribûn navend. Piştî Terhûne ji destê wan hat xilaskirin li bajêr û dora wê 11 gorên komî hatibûn dîtin.

Mehkemeya Cezayê ya Navneteweyî (MCN) jî di 22yê Hezîranê da daxuyandibû ku li Terhûneyê û dora wê 11 gorên komî hatine dîtin ku der barê van da agahiyên ewle gihîştiye destê Dozgeriya MCNyê.

Comments are closed.