PLAY da ku guh bide radyoyê
Li tevahiya dinyayê jimara kesên ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû ( Kovîd-19) mirin, ji 500 hezarî derbas bû.
Li gor malpera “Worldometer”ê ku daneyên rojane yên der barê Kovîd-19ê da dide hev, li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku ji ber vîrusa koronayê mirin derket 501 hezar û 309an, jimara kesên ku vîrus kişiya wan jî derket 10 milyon û 82 hezar û 618an.
Ji ber Kovîd-19ê heta niha herî zêde mirov li Amerîkayê mirin. Li Amerîkayê heta niha 128 hezar û 152 kes mirin.
Peyê Amerîkayê ra bi 57 hezar û 103 va Brezîlya, bi 43 hezar û 514 va Îngiltere, bi 34 hezar û 716 va Îtalya, bi 29 hezar û 778 va Fransa, bi 28 hezar û 341 va Îspanya, bi 26 hezar û 381 va Meksîka, bi 16 hezar û 103 va Hindistan, bi 10 hezar û 364 va Îran, bi 9 hezar û 732 va Belçîka, bi 9 hezar û 135 va Peru, bi 9 hezar û 26 va Almanya, bi 8 hezar û 969 va Rûsya, bi 8 hezar û 516 va Kanada, bi 6 hezar û 105 va Hollanda, bi 5 hezar û 347 va Şîlî, bi 5 hezar û 280 va Swêd û bi 5 hezar û 82 va Tirkiye tê.
Welatên din ên ku hejmara miriyan ji 1000î zêdetir e wiha ne:
“Çîn (4 hezar û 634), Ekvador (4 hezar û 424), Pakistan (4 hezar û 35), Kolombiya (2 hezar û 939), Endonezya (2 hezar û 720), Misir (2 hezar û 708), Afrîkaya Başûr (2 hezar û 413), Swîsre (1962), Îrlanda (1734), Bangladeş (1695), Iraq (1660), Romanya (1589), Portekîz (1561), Erebistana Siûdî (1511), Polonya (1435), Fîlîpîn (1236), Arjantîn (1207) û Ukrayna (1110).”
Şewba ku di Berfanbara 2019an da li Çînê derket holê, di demek nêz da li 200î zêdetir herêm û welatan bela bû.
5 milyon û 458 hezar û 523 kesên ku vîrus kişiyabû wan qenc bûn, tedawiya 4 milyon û 122 hezar û 786 kesan jî dewam dike.