PLAY da ku guh bide radyoyê
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 1214 kesan, 23 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî bû 185 hezar û 245, jimara miriyan derket 4 hezar û 905an.
Li gor daneyên rojane yên “Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê” ya ku li ser malpera Wezareta Tenduristiyê cî digire û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir îro 41 hezar û 316 test hatin kirin, teşxîsa Kovîd-19ê dan 1214 kesan,. Di 24 saetên dawîn da 23 kes mirin, 1494 kes baş bûn.
Jimara testan bi tevahî derket 2 milyon û 863 hezar û 632yan, jimara waqieyan derket 185 hezar û 245an jimara wefatan jî derket 4 hezar û 905an.
Jimara nexweşên di unîteya lênêrîna awarte 769, jimara nexweşên girêdayî cîhazan bêhnhildanê 310 jimara nexweşên baş bûn jî bi tevahî 157 hezar û 516 e.