PLAY da ku guh bide radyoyê

Li Tirkiyeyê 158 hezar û 828 kes ji Kovîd-19ê baş bûn

Li Tirkiyeyê 158 hezar û 828 kes ji Kovîd-19ê baş bûn

Like
49
0
الأحد, 21 يونيو 2020
أخبار

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 1248 kesan, 22 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî derket 186 hezar û 493yan, jimara miriyan bi tevahî derket 4 hezar û 927an.

Li gor daneyên rojane yên “Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê” ya ku li ser malpera Wezareta Tenduristiyê cî digire û Wezîr Fahrettîn Koca jî ji ser Twîtterê parve kir îro 41 hezar û 112 test hatin kirin, teşxîsa Kovîd-19ê dan 1248 kesan. Di 24 saetên dawîn da 22 nexweşan wefat kir, 1312 kes baş bûn.

Jimara testan bi tevahî derket 2 milyon û 904 hezar û 744an, jimara waqieyan bi tevahî derket 186 hezar û 493yan, jimara miriyan bi tevahî derket 4 hezar û 927an.

Jimara nexweşên di unîteya giran da 781, jimara nexweşên girêdayî cîhazan bêhnhildanê 318, jimara nexweşên başbûyî jî bi tevahî derket 158 hezar û 828an.

– “Jimara nexweşên me yên başbûyî îro jî li ser jimara waqieyên me yên nû ye”

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di parvekirina xwe ya ji ser hesabê xwe yê Twîtterê da got ku “Li hin bajêrên me yên ku van rojên dawîn jimara waqieyan zêde bûye jimara nexweşên di unîteya lênêrîna awarte da: Li Diyarbekirê 30, li Qeyseriyê 41, li Batmanê 22, li Bursayê 46. Jimara nexweşên me yên başbûyî îro jî li ser jimara waqieyên me yên nû ye. Em divê bi tevdîran ferqa di navberê da herku diçe divê mezintir bikin.”

Comments are closed.