PLAY da ku guh bide radyoyê
Li Tirkiyeyê 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 921 kesan, 16 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî derket 225 hezar û 173yan, jimara miriyan derket 5 hezar û 596an. 1103 kesên din baş bûn û jimara kesên tedawiya wan a Kovîd-19ê temam bûn derket 208 hezar û 477an.
Li gor daneyên rojane yên “Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê” ya lu li ser malpera Wezareta Tenduristiyê cî digire û Wezîr Fahrettîn Koca jî ji ser Twîtterê parve kir îro 43 hezar û 312 test hatin kirin, teşxîsa Kovîd-19ê dan 921 kesan. Di 24 saetan da 16 kesan wefat kir, 1103 kes baş bûn.
Jimara testan bi tevahî derket 4 milyon û 532 hezar û 672yan, jimara waqieyan derket 225 hezar û 173yan, jimara miriyan jî derket 5 hezar û 596an.
Jimara nexweşên di unîteya lênêrîna awarte da 1252, jimara kesên girêdayî cîhaza bêhnhildanê 386, jimara nexweşên baş bûn bi tevahî derket 208 hezar û 477an.