PLAY da ku guh bide radyoyê

Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 180 hezar û 680yî

Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 180 hezar û 680yî

Like
58
0
الإثنين, 06 يوليو 2020
أخبار

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1148 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, 9 kesan canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên “Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê” ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 46 hezar û 414 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 3 milyon û 630 hezar û 480î.

Di 24 saetên dawîn de 1148 pêketî hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 205 hezar û 758an. 9 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan û hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 225an.

Herwiha di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna hezar û 188 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 180 hezar û 680yî.

Hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de bi giştî 1127 e û nexweşên girêdayî ventîlatorê jî 392 ye.

Comments are closed.