PLAY da ku guh bide radyoyê

Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 195 hezar û 671ê

Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 195 hezar û 671ê

Like
40
0
الثلاثاء, 14 يوليو 2020
أخبار

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên “Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê” ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 46 hezar û 492 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 4 milyon û 21 hezar û 947an.

Di 24 saetên dawîn de 1008 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 214 hezar û 1ê.

19 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 382yan.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna hezar û 156 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 195 hezar û 671ê.

Hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de bi giştî 1223 ye û ya nexweşên girêdayî ventîlatorê jî 402 ye.

Comments are closed.