PLAY da ku guh bide radyoyê
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 947 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, 17 kesan canê xwe ji dest dan.
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên “Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê” ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 42 hezar û 320 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 4 milyon û 107 hezar û 498an.
Di 24 saetên dawîn de 947 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 215 hezar û 940î.
17 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 419an.
Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna hezar û 13 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 197 hezar û 733yan.
Hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de bi giştî 1206 e û ya nexweşên girêdayî ventîlatorê jî 401 e.
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, “Roja me ya 2yan a di bin 1000î de. Hejmara nexweşên me yên nû rehetbûyî, ji hejmara pêketinên nû zêdetir e. Li Meletî, Trabzon, Kilîs, Yalova, Bayburt û Ardahanê ev 3 roje em rastî pnomoniyê nehatine. Daneyên nû yên pêketinan zêdebûna cidiyeta me nîşan dide.”