PLAY da ku guh bide radyoyê

Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 239 hezar û 797an

Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 239 hezar û 797an

Like
30
0
الخميس, 27 أغسطس 2020
أخبار

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1313 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, 20 kesan canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 6 hezar û 183yan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên “Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê” ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 100 hezar û 109 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 6 milyon û 621 hezar û 749an.

Di 24 saetên dawîn de 1313 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 262 hezar û 507an. 20 kesan canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 6 hezar û 183yan.

Îro bi rehetbûna 1002 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 239 hezar û 797an.

Hejmara nexweşên giran 841, rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 7,4 e.

Comments are closed.