PLAY da ku guh bide radyoyê

Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 240 hezar û 792an

Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 240 hezar û 792an

Like
68
0
الجمعة, 28 أغسطس 2020
أخبار

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1491 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, 26 kesan canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên “Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê” ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 106 hezar û 111 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 6 milyon û 727 hezar û 860î.

Di 24 saetên dawîn de 1491 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 263 hezar û 998an. 26 kesan canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 6 hezar û 209an.

Îro bi rehetbûna 995 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 240 hezar û 792an.

Hejmara nexweşên giran 862, rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 7,3 ye.

Comments are closed.