PLAY da ku guh bide radyoyê

Li Tirkiyeyê ji kesên ku pê ra Kovîd-19 hat tesbîtkirin 178 hezar û 278 kes baş bûn

Li Tirkiyeyê ji kesên ku pê ra Kovîd-19 hat tesbîtkirin 178 hezar û 278 kes baş bûn

Like
39
0
السبت, 04 يوليو 2020
أخبار

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) dan 1172 kesan, 19 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî derket 203 hezar û 456an, jimara miriyan jî derket 5 hezar û 186an.

Li gor daneyên rojane yên “Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê” ya ku li ser malpera Wezareta Tenduristiyê cî digire û Wezîr Fahrettîn Koca ji ser Twîtterê parve kir îro 52 hezar û 141 test hatin kirin, teşxîsa Kovîd-19ê dan 1172 kesan. Di 24 saetên dawîn da 19 nexweşan wefat kir, 1313 kes baş bûn.

Jimara testan bi tevahî derket 3 milyon û 535 hezar û 818an, jimara waqieyan derket 203 hezar û 456an, jimara wefatan jî bi tevahî bû 5 hezar û 186.

Jimara nexweşên di unîteya lênêrîna awarte da 1082, jimara nexweşên girêdayî cîhaza bêhnhildanê 374, jimara nexweşên baş bûn jî bi tevahî bû 178 hezar û 278an.

Comments are closed.