PLAY da ku guh bide radyoyê
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) dan 1186 kesan, 17 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî bû 202 hezar û 284, jimara miriyan derket 5 hezar û 167an.
Li gor daneyên rojane yên “Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê” ya ku li ser malpera Wezareta Tenduristiyê cî digire û Wezîr Fahrettîn Koca jî ji ser Twîtterê parve kirin îro 49 hezar û 714 test hatin kirin, teşxîsa Kovîd-19ê dan 1186 kesan. Di 24 saetên dawîn da 17 kesan wefat kir, 1543 kes baş bûn.
Jimara testan bi tevahî derket 3 milyon û 483 hezar û 677an, jimara waqieyan 202 hezar û 284an, jimara miriyan jî derket 5 hezar û 167an.
Jimara nexweşên di unîteya lênêrîna awarte da 1067, yên girêdayî cîhaza bêhnhildanê 372 jimara nexweşên ku baş bûn jî bi tevahî derket 176 hezar û 965an.