PLAY da ku guh bide radyoyê

Li Türkiyeyê Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane

Li Türkiyeyê Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane

Like
82
0
السبت, 27 مارس 2021
أخبار

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn da 220 hezar û 985 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 29 hezar û 81 kesî pozîtîf derket, 153 kes mirin, tedawî yan jî karantînaya Kovîd-19ê ya 20 hezar û 208 kesan xilas bû û jimara başbûyiyan derket 2 milyon û 921 hezar û 37an.

Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Türkiyeyê ji ser malpera “covid19.saglik.gov.tr”yê hat parvekirin.

Li gor vê di 24 saetên dawîn da 220 hezar û 985 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 29 hezar û 81 kesan pozîtîf derket, 153 kes mirin. Jimara nexweşan wek 1253 hat eşkerekirin.

Di 24 saetên dawîn da tedawî yan jî karantînaya Kovîd-19ê ya 20 hezar û 208 kesan xilas bû û jimara başbûyiyan derket 2 milyon û 921 hezar û 37an.

Jimara testan derket 37 milyon û 433 hezar û 913an. Jimara waqieyan bû 3 milyon û 149 hezar û 94, jimara miriyan derket 30 hezar û 772yan, jimara nexweşên giran bû 1810.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 4,2 ye. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 53,8 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 65 e. Rêjeya tijîbûna ventîlatorê 23,3 ye. Têkra dema tesbîta temasdaran 9 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin

Comments are closed.