PLAY da ku guh bide radyoyê
Malbateke din jî beşdarî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê bû. Nobeta dayikên Diyarbekirê bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.
Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 556an da dewam dike.
Sabrî Kiliç ji bo Mehmetê kurê xwe yê di 17 saliya xwe da revandin çiyê ji Mûşê hat û beşdarî çalakiyê bû.
Kiliç diyar kir ku 7 sal berê kurê wî ji bo heywanan biçêrîne ji malê derket û paşê jê tu xeberek hilneda.
Kiliç destnîşan kir ku kurê wî dema şiwantî dikir hat revandin û wiha pê da çû: “Ewladê min bi navbeynkariya HDPyê hat revandin. Ez kurê xwe dixwazim. Hetanî niha min tu xeberek ji kurê xwe hilneda. HDP wan dixapîne û dişîne çiyê.”
Kiliçê bav bangî kurê xwe kir û got, “Kurê min tu li ku derê yî lêxe were. Teslîmî hêzên ewlekariyê bibe. Diya te aciz e. Hetanî tu neyê ez ê vê derê terk nekim.”