PLAY da ku guh bide radyoyê

Malbatên ji Wanê çalakiya li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê domandin

Malbatên ji Wanê çalakiya li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê domandin

Like
153
0
الخميس, 16 ديسمبر 2021
أخبار

Li Wanê malbatên HDPyê wekî berpirsyarê revandina çiyê ya zarokên xwe dibînin çalakiya li pêşiya avahiya serokatiya bajêr a partiyê li dar dixistin vê hefteyê jî domandin.

Malbatên li Kolana Cumhuriyetê kom bûn pankartên li ser “Em li nobeta ewladan e”, “Êdî bes e, ji pêsîra me bikevin”, “Zarokên me yên nebin piyonê tu kesî”, “Dayikên Wanê li nobeta ewladan e” û “Çiyê ji gur û çivîkan ra bihêlin” hatibûn nivîsandin dan destê xwe.

Malbatan li dijî HDPyê û PKKya rêxistina terorê dirûşme gotin û hetanî pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê meşiyan, bertek nîşanî alîgirên partiyê dan û bangî ewladên xwe kirin ku teslîm bibin.

Salîha Merta dayik daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku salek e li pêşiya HDPyêne lêbelê alîgirên partiyê muzîkê vedikin û hewl didin denê wan neyê bihîstin.

Mertê diyar kir ku kurê wê xapandin û birin çiyê û wiha pê da çû: “Em dev jê bernadin û naçin. HDP tu min dibînî. Bira wijdana te hebe, tu diz î, tu yê berxê min bidî. Hetanî ewladê xwe hilnedim ji vê derê naçim. Ji te natirsim. Heke rûyê te hebe derket rûyê min. Hûn kujer in.”

Gullu Eregliya dayik jî destnîşan kir ku 7 sal e ji ewladê xwe xeberekî hilnade û hesreta ewladê xwe ye.

Eregliyê diyar kir ku kurê wê xwendekarê zanîngehê bû dixwest bibû mamoste û wiha pê da çû: “HDPyê xeyalên wî dizî. Ez ji HDPyê kurê xwe dixwazim. Xwedê HDPyê qehr bike. HDP dibêje ku Kurdan diparêze lê derew e. Dijminê Kurdan e. Ciwanan dixapîne û direvîne çiyê. Feydeya vê partiyê ji welêt ra tune. Kurê min were teslîmî dewletê bibe. Dewleta me mezin e. Wan tu xapandî. Tu birin çiyê em jî pêrîşan kirin.”

Akîle Çevîka Serokê Bajêr a Partiya Wetanê jî malbat ziyaret kir û got ku her tim li cem wan e.

Comments are closed.