PLAY da ku guh bide radyoyê
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku lazime qala çîroka serfiraziya Têkoşîna Neteweyî ya li ser xeta dawîn a Polatli-Haymanayê hat bidestxistin ji nifşên nû ra bê kirin û Şerê Îstiklalê di nav çi şert û mercê da hatiye qezenckirin bila neyê jibîrkirin.
Serokomar Erdogan li Bîrdariya Anittepeyê ya navçeya Polatliyê ye di Bernameya Pîrozkirina Sala 100î ya Serfiraziya Sakaryayê da axivî û destnîşan kir ku Serfiraziya Sakaryayê ya di sala 1921î da pêk hat şereke ji rêzê nebû û ew ji bo Tirkên hatibûn Anadoluyê şerê mayîn û nemabûnê bû.
Di axaftina xwe da Serokomar Erdogan ragihand ku artêşa ji mecbûrî vekişiyabû rojhilatê Sakaryayê bi saya xurtkirin a ji alî miletê û Gazî Mustafa Kemal ku wek Serfermandarê Meclisê hatibû wezîfedarkirin va di nav mehekî da kom bû û li hemberî neyar biserket.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku wê demê dengê topan ji Ulusê dihat bihîstin û wiha got: “Artêşa me ya egît ji dijmin ra gote bisekine û bi Berizîna Mezin va ji dijmin xilas bû.”
Erdogan got: “Miletê me ji rojên Têkoşînên Neteweyî vir va bi xesleta xwe ya zanebûnê va her tim ji bo xwe û welatê xwe li alî rastiyê cî girtiye. Em çawa ji gelek astengiyên ku li derva û hindur dan ber lingê me, derbas bûn û derketin van rojan, înşeallah emê wisa jî bigihêjin armancê. Di sala 100em a Komara me da ji bo ku têkoşîna me ya gihîştina sewiyeya şaristaniyên hemdem serkeftî bibe, em ê heya mirinê bixebitin.”AA