PLAY da ku guh bide radyoyê

Mihemedê biçûk ê ji Xwedê dayînê vir va mil û piyên wî tunene li Îdlibê bo jiyanê hewl dide

Mihemedê biçûk ê ji Xwedê dayînê vir va mil û piyên wî tunene li Îdlibê bo jiyanê hewl dide

Like
39
0
الجمعة, 28 أغسطس 2020
أخبار

Mihemedê 14 mehî yê ku ji Xwedê dayînê vir va mil û piyên wî tunene û li Îdliba bakurê rojavayê Sûriyeyê di nav şert û mercên zor da tevlî malbata xwe dijî li benda alîkariyê ye.

Mihemedê biçûk ê malbata wî bi darê zorê ji cih û warê xwe hatiye kirin û di konê xizmên xwe yên li kampa sivîl xwe spartinê da jiyanê hewl dide.

Sebiyê biçûk ê ji Xwedê dayînê va mil û piyên wî tunene û nikare bi hevalên xwe ra bileyîze piraniya rojê bi pisîka xwe ra derbas dike.

Bavê wî Xalit Misaytif daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji Xwedê dayînê va mil û piyên Mihemed tunebûn û wiha dewam kir: “Pêwîstiya Mihemed bi xwedîkirinê heye. Divê her tim li milan be. Ez li vê derê di kampê da dijîm. Em havînê ji germê û zivistanê jî ji seqemê nikarin xwe biparêzin.”

Comments are closed.