PLAY da ku guh bide radyoyê
Di dengdayîna veşartî ya li Meclisa Federal da ya ku bi serokatiya Serokê Meclisa Federal Baerbel Bas kom bû, Scholz di tûra ewil da ji 707 parlamenteran dengê 395 kesan wergirt.
Li Almanyayê Parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Wezîrê Darayiyê Olaf Scholz wekî serokwezîr hat hilbijartin.
Di dengdayîna veşartî ya li Meclisa Federal da ya ku bi serokatiya Serokê Meclisa Federal Baerbel Bas kom bû, Scholz di tûra ewil da ji 707 parlamenteran dengê 395 kesan wergirt.
Di dengdayînê da 303 parlamenteran dengê “na” dan, 6 parlamenter “bêalî” man, 3 deng jî “şewitî” hatin hesibandin.
Bi vî awayî Scholzê 63 salî yê ku wekî serokwezîr hat hilbijartin, dê biçe Qesra Bellevueyê ku avahiya Serokomariyê ye, dê ji Serokomar Frank-Walter Steinmeier belgeya wezîfeyê werbigire û her wiha dê dîsa vegere Meclisa Federal û sond bixwe.
Angela Merkelê ku maweya peywira wê bi dawî bû, ji ber ku parlamenter nîne, dengdayîn ji trîbunê temaşe kir. Piştî ku Serokê Meclisê Bas silav dayê, parlamenteran ji bo Merkelê çepik lêdan.
Di çarçoveya tedbîrên Kovîd-19ê da parlamenteran li Lijneya Giştî maske dan ber devê xwe, ji bo parlamenterên aşînebûyî jî di trîbunê da cih hat veqetandin.
Scholz dê li Meclisê sond bixwe, tevî endamên nû yên kabîneyê dê dîsa biçe Qesra Bellevueyê, li vir wezîrên nû dê belgeyên xwe yên wezîfeyê ji Serokomar Steinmeir werbigirin û her wisa dê dîsa vegerin Meclisê û sond bixwin.
Piştî vê sondxwarinê, wezîr dê bi fermî dest bi peywirê bikin.
Scholz di navbera 2007-2009an da Wezîrtiya Xebat û Karûbarên Civakî, di navbera 2011-2018an da Serokwezîriya Eyaleta Hamburgê û her wiha di navbera 2018-2021ê da jî Alîkariya Serokwezîr û Wezîrtiya Darayiyê kiribû.