PLAY da ku guh bide radyoyê

Polonyayê li ser sînorê Belarûsê nêzî 100 penaber binçav kirin

Polonyayê li ser sînorê Belarûsê nêzî 100 penaber binçav kirin

Like
149
0
الخميس, 18 نوفمبر 2021
أخبار

Wezareta Parastinê ya Polonyayê ragihand, li ser sînorê wan û Belarûsê li herêma Dubicze Cerkiewneyê nêzî 100 penaberên ku dixwestin ji sînor derbas bibin, hatin binçavkirin.

Wezareta Parastinê ya Polonyayê li ser Twitterê dîmeneke ku grûbek Dubicze Cerkiewneyê ji sînor derbas dibe û ji aliyê eskeran va tê binçavkirin, parve kir.

Wezaretê li ser mijarê daxuyanî da û wiha got, “Grûbeke penaber a ku nêzî 100 kesan pêk tê, bi destê hêzên ewlehiyê hatin binçavkirin.”

Di daxuyaniyê da hat gotin ku grûbê bişev xwest ku ji sînor derbas bibin.

Di daxuyaniyê da hat îdiakirin ku Belarûsê alîkarî da penaberan ku derbasî aliyê Polonyayê bibin.

– Krîza penaberan a li ser sînorê du welatan

Nêzî 3 mehan e ku gelek kes ji bo herin Ewropayê dixwazin ji Belarûsê derbasî Polonyayê bibin û bendewariya wan dewam dike.

Tê gotin ku ji ber sir û sermayê, têrnexwarinê û şert û mercên xerab, heta niha 10 kesî jortir meriv li ser sînorê her du welatan mirin.

Comments are closed.