PLAY da ku guh bide radyoyê

Rejima Esed di 4 salên dawîn da ji 13 hezarî zêdetir sivîl kuşt

Rejima Esed di 4 salên dawîn da ji 13 hezarî zêdetir sivîl kuşt

Like
42
0
الجمعة, 28 أغسطس 2020
أخبار

Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) ragihand ku rejima Beşar Esed di 4 salên dawîn da li Sûriyeyê herî kêm 13 hezar û 278 sivîl kuştin û ji 18 hezar û 600î zêdetir sivîl jî dîl girtin.

Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê rapora binpêkirinên mafên mirovan ên rejima Esed ya ku ev 4 sal e li Sûriyeyê dike pêşkeşî Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî kir.

SNHRya binpêkirinên li hemberî sivîlan hatine kirin bi delîlan îspat dike daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku wan raporeke der barê binpêkirinên mafên mirovan ên ku rejima Esed ji tebaxa 2016an bigire heta tebaxa 2020î li hemberî sivîlên Sûriyeyê kiriye pêşkêşî Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî kirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku rejima Esed ji sala 2004an vir va tu raporeke der barê mafên mirovan ên li welêt da bi saziyên Neteweyên Yekbûyî ra parve nekiriye.

SNHRê di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku wan di rapora pêşkêş kirin da li ser kuştin, dîl girtin, îşkence û azadiya derbirînê ya mafên mirovan a rejim binpê dike sekinîn.

Comments are closed.