PLAY da ku guh bide radyoyê

Rûsya gefê dixwe ku deriyê sînor ê Oncupinarê bide girtin

Rûsya gefê dixwe ku deriyê sînor ê Oncupinarê bide girtin

Like
67
0
الثلاثاء, 07 يوليو 2020
أخبار

Ji du deriyên sînor ên vedibin Babusselameyê û alîkariya mirovî ji vir dişînin Sûriyeyê jê yek deriyê sînor ê Oncupinarê ye ku Rûsya li hemberî Tirkiyeyê gefê dixwe ku wê bigire.

Ji bo ku alîkariyê bişînin Sûriyeyê biryara Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) hewce dike. Ji sala 2014an vir va li gor biryara KENYyê alîkarî tên kirin ku dema wê di 10ê Tîrmehê da diqede.

Dema alîkariyê dişînin Sûriyeyê ji du deriyên sînor ên Tirkiyeyê Oncupinarê û Cîlvegozuyê dişînin.

Neteweyên Yekbûyî dixwaze alîkariya ji bo Îdlibê tê kirin saleke din jî bê kirin.

Rûsyayê 4 deriyên sînor ên ku alîkarî ji vir dihatin şandin daxiste duduyan. Niha jî gefê dixwe û dibêje heqê wê yê vetoyê heye ku ew biryara KENYyê betal bike û gefê li Tirkiyeyê dixwe ku ewê deriyê sînor ê Oncupinarê ya ji Babusselameyê ra vedibe wê bigire.

Comments are closed.