PLAY da ku guh bide radyoyê
Serok Recep Tayyip Erdogan dê sibê wekî mêvanê Serokwezîrê Albanyayê Edi Rama, Albanyayê ziyaret bike.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokkomariyê, di hevdîtinên di çarçoveya ziyaretê da peywendiyên Tirkiye-Albanyayê yên di asta hevkariya stratejîk da ji hemû hêlan va dê bên gotûbêjkirin, gavên ji bo kûrkirina hevkariyê dê bên axaftin.
Her wisa di hevdîtinan da herdu alî dê nêrînên xwe yên li ser mijarên herêmî û navneteweyî jî bi hevra parve bikin.
Merasima radestkirina wan xaniyan jî dê bi wesîleya ziyaretê bê kirin ku bi destê Tirkiyeyê li bajarê Laçê ji bo malbatên ku di erdheja sala 2019an da malên wan hilweşiyan hatin çêkirin.
Serok Erdogan ji xeynî vê dê beşdarî merasima vekirina Mizgefta Ethem Bey a li Tîranê bibe ku bi destê TÎKAyê hat restorekirin û her wisa dê xîtabî Meclisa Albanyayê bike.