PLAY da ku guh bide radyoyê
Serok Recep Tayyîp Erdogan di merasima vekirinê ya “KALE“ya avahiya xizmetê ya nû ya Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) da xîtabî beşdarvanan kir.
Serok Erdogan li ser girîngiya MÎTê sekinî û wiha got: “Di heyameke wiha ku ji bo welatê me û dinyayê krîtîk e da, ji her wextî zêdetir pêdivî bi piştgiriya MÎTê heye. Weke îro diyar e ku di paşerojê da jî ji nav sînorên me û derveyî sînorê me dijî welatê me tehdîd wê dewam bikin. Divê em jî bi qadên din va û heta di serî da îstixbarata xwe ji bo vê rastiyê xurt bikin, ev şert e. Ji bo serdema pêş me hedefa me ew e ku em îstixbareteke ku li dervayî welêt bêtir fealiyetên veşartî dimeşîne û di îstixbarata teknîkî û sîberê da bêtir çalak e, bidamezirînin.”
Erdogan li ser rola MÎTê ya ronîkirina kuştina rojnamegerê Cemal Kaşikçiyê ku di Cotmeha 2018an da li Serkonsolxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî bi hovane hatibû kuştin sekinî û wiha got: “Di ronîkirina cinayeta Kaşikçi da rola ku teşkîlata me leyîst wisa bêqusûr e ku li ser asta navneteweyî dikare welatê me serbilind bike.”
Serok Erdogan li ser operasyonên ku MÎTê kirin sekinî û wiha got: “MÎTê vê axiriyê bi operasyonên dijî kadroya serkirdeyên PKKyê yên li bakurê Iraqê va ciyên ku xwe herî zêde lê ewle dizanin bi ser wan da hilweşandiye.”
Erdogan destnîşan kir ku Türkiye nikare li ber tabloya tevlihev û guherbar ku milmilaneya hêzên herêmî û kurewî ya ev coxrafyaya sedema wê ye, bêdeng di cih da rûnê û wiha dewam kir:
“Li Rojhilata Behra Spî encama tifaqên herêmî yên ku dijî welatê me tên çêkirin û encama têkoşîna hêzê, ji bo paşeroja me ya nêzîk pir girîng e.”
Erdogan daxuyand ku Türkiye bi xebatên serkeftî yên MÎTê va, bêyî ku bibe mihtacî tu welatî li her derê dinyayê heye û wiha dewam kir:
“MÎTa ku ji roja ewil a krîza Sûriyeyê pê va li qadê roleke aktîf leyîst, di serketina herekatên me yên aliyê din ê sînor da kedeke wê ye mezin heye. MÎT li Lîbyayê jî wezîfeyên xwe bi heqqî cih tîne.”
Erdogan ji bo lijneya kordînasyonê jî wiha got: “Me Lijneya Kordînasyona Îstixbarata Neteweyî ya ku em ê serokatiyê bikin ava kir. Bi destpêkirina wê va mijara kordînasyonê wê çareser bibe.”
Erdogan bal kişand ser bikaranîna înternetê ya terorîst û cesûsan û wiha got: “Di heyameke ku terorîst û cesûs înternetê baş bikar tînin da xaleke jêneger e ku teşkîlat li ser qada sîber bisekine.”