PLAY da ku guh bide radyoyê

Serokomar Erdogan çû Qeterê

Serokomar Erdogan çû Qeterê

Like
62
0
الخميس, 02 يوليو 2020
أخبار

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo ziyareteke rojane çû Qeterê.

Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê ku piştî vîrusa koronayê cara ewil e diçe dervayî welêt wê bi Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bîn Hamed Al Sanî ra hevdîtinê bike.

Balafira taybet “TUR” ya ku Erdogan û heyeta wî tê da bûn di saet 12.05an da ji Balafirgeha Esenbogayê rê ket.

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Wali Vasîp Şahîn û rayedarên din Erdogan bi rê kirin.

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Albayrak, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun, Berdevkê Serokomariyê Îbrahim Kalin û Serokê MÎTê Hakan Fîdan jî bi Erdogan ra çûn Qeterê.

Serokomar Erdogan û Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bîn Hamed Al Sanî wê hevdîtinê bikin. Di hevdîtinê da ewê li ser hevkariya herdu welatan biaxivin û ewê behsa mijarên herêmî û neteweyî jî bikin.

Piştî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) cara ewil e ku Erdogan diçe dervayî welêt.

Comments are closed.